50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin!

Nûçeyên Çand/Huner

În 28 Adar 2025 - 00:06

Ji beşa muzîkê ya Konservatuara Dewletê ya Zanîngeha Stenbolê 50 akademîsyen ji kar hatin dûrxistin. 

Hunermend Fazil Say têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal daxuyanî da û got ku cara ewil e ku 50 mamoste bi hev re ji kar tên dûrxistin. 

  Say, wiha got: “Di vê mijarê de mîna we tu agahî li ber destê min jî nînin. Çima? Ji ber çi? Em nizanin. Beşa Muzîkê ya Zanîngeha Stenbolê anku Konservatuara wê saziyeke rêzdar e û bi salan me bi hev re kar dikir. Em dixwazin fêm bikin ka çi diqewime. Bêguman em li bendê ne ku hemû aliyên têkildar di vê mijarê de daxuyaniyê bidin. Cara ewil e ku 50 mamoste di carekê de bi hev re ji peywirê tên dûrxistin.” Say, got ku ew bi mamosteyan re ye, li benda daxuyaniyê ne û pêvajoyê dişopînin.

STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.