5 rojan li dijî bêdengiyê

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 9 Mijdar 2021 - 23:13

  • Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon veda.

Ji bo balê bikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, Federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW li ber Parlamenta NRW'ê ya li Dusseldorfê kon veda. Çalakiya konvedanê wê 5 rojan dewam bike. 

Çalakî bi pêşengiya federasyona Fed-Med NRW û YJK-E NRW pêk tê. Çalakî balê dikişîne ser êrişên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê ku bi çekên kîmyewî dike. Çalakger dixwazin bala raya giştî bibin ser mijarê û saziyên pêwendîdar bixin nava liv û tevgerê.

Di roja destpêkê ya çalakiyê de doh pankartên ji wêneyên gerîla yên ku bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, hatin daliqandin û beşdarên çalakiyê, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Piştî ku belavoka li ser bikaranîna çekên kîmyewî bi destê dewleta Tirk, nûnerên saziyan daxuyanî da.
  
Elmanya xwe kerr dike

Hevserokê Kon-Med'ê Engîn Sever destpêkê axivî û got, artêşa Tirk bi rengekî bêsînor li dijî gelê Kurd sûcên şer dike.

Engîn Sever bi bîr xist ku dewleta Tirk ji 23'ê Nîsanê ve bi alîkariya xayinên li Başûrê Kurdistanê çekên qedexekirî bi kar tîne: "Ev yek ji êrişeke dagirkeriyê jî wêdetir e. Her kes li pêşberî vê êrişa nemerdane bêdeng e. Di serî de hikûmeta Elmanyayê, dewletên Ewrûpayê û saziyên ku êrişên bi çekên kîmyewî qedexe dikin, bi bêdengiya xwe dibin hevparê vî şerî. Ji ber vê yekê divê saziyên mafên mirovan tavilê li ber van êrişan rabin û êrişên kîmyewî yên li dijî gelê Kurd rawestînin."

Berxwedan bi parastina Kurdistanê dibe

Aktîvîsta YJK-E NRW'ê jî got, li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaneke bêhempa heye û wiha dewam kir:

"Dewleta Tirk a qirker û dagirker bi bikaranîna çekên kîmyewî careke din rûyê xwe yê komkujer nîşan da."

Nûnerê Tevgera Ciwanên Şoreşger jî got, "Bersiva herî mezin a li dijî van êrişan bi tevlîbûna ciwanên Kurd a li berxwedana li Zap û Avaşînê dibe, bi parastina Kurdistanê dibe."

Di çalakiyê de dirûşmên "Erdoganê Kîmyewî", "Erdoganê Terorîst", "Bijî berxwedana gerîla" û "Bijî Serok Apo" hatin gotin.

Çalakiya kon her roj heta şemiyê wê saet di navbera 13:00-17:00´an de li ber parlamena NRW´ê dewam bike. 

ANF/DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.