Gerîlayên azadiya Kurdistanê çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker dewam kirin û herî kêm 5 dagirker kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh got, "Di encama 7 çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 9 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 78 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir."

HPG´ê kite bi kite behsa çalakiyên gerîlayan li dijî dagirkeran kir:

 

Li Zê (Zapê)

''3’ê Cotmehê saet di 06:30, 07:00 û 18:00 li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir xist. Di van çalakiyan de hate tespîtkirin ku dagirkerek hatiye cezakirin.

3'ê Cotmehê saet di 06:50'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dora çeperên şer ên Şehîd Felat dagirkerek ceza kir.

3'ê Cotmehê saet di 17:40'î de li hemberî dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, tîmên me yên bi tevger çalakiyeke koordîneyî li dar xist. Baskê destpêkê yê çalakiyê bi çekên giran lê da û 2 dagirker ceza kirin. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî bi çekên ferdî li dagirkeran xist ku dixwestin dest li qada çalakiyê werdin û dagirkerek ceza kir. Bi vî rengî di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Şeva 3'ê Cotmehê tîmên me yên bi tevger dest li helîkopterên Skorsky werdan ku dixwestin dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Sacayê deynin. Bi destwerdana hêzên me re helîkopteran nekarî dagirkeran deynin û neçar man ji qadê biçin.''

BEHDÎNAN