• Di çalakiyên gerîla ya li Heftanînê de 5 leşker hatin cezakirin, 2 kozik û kozikek çeka giran a A4 hatin rûxandin. Li Sêrtê jî li dijî wesayiteke dagirkeran çalakiya sabotajê hate kirin.

Di çalakiyên gerîla ya li Heftanînê de 5 leşker hatin cezakirin, 2 kozik û kozikek çeka giran a A4 hatin rûxandin. Li Sêrtê jî li dijî wesayiteke dagirkeran çalakiya sabotajê hate kirin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:
"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêz gerîla 4'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî kirin.
Gerîllayan li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Adar çalakiyeke sûîqestê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.
Gerîllayan li qada Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û kozikeke çeka giran a A4 hatin rûxandin, bi giştî 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên 26'ê Tîrmehê li Barmene hatin qetilkirin hate lidarxistin.
4'ê Tebaxê, hêzên gerîla li Sêrtê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qereqola Erbo diçû qada Hana Hevêl çalakiya sabotajê kirin. Di çalakiyê de wesayita dijmin derb xwar, lê hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."

ANF/ BEHDÎNAN