Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de yên li Xakurkê û Avaşînê herî kêm tespîtkirin 5 dagirker hatin cezakirin. Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê li ser mijarê daxuyanî da. Li gorî daxuyaniyê di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metîna YJA Starê çalakiyeke bi bandor kiriye: "Hêzên me yên YJA Starê roja 1’ê Tîrmehê saet di 18:30’an de bi çekên giran çalakiyek li dijî baregeha Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di vê çalakiyê de bi rengekî bi bandor li çeper û konên dagirkeran hat xistin, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin, nehat zelalkirin."
HPG´ê got, di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de YJA Starê li herêma Xakûrkê jî çalakî kiriye: "Hêzên me yên YJA Starê roja 1’ê Tîrmehê di saet 05:30’an de li dijî dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Axîn a herêma Şehîd Bêrîtan ve biçin, bi sekvaniyê dagirkerek ceza kir."
HPG´ê ji bo çalakiyên heman pêngavê li Avaşînê jî got, "Roja 1’ê Tîrmehê saet 07:20’an de li hemberî dagirkerên li dora çeperên şer yên li herêma Werxelê, ji 3 baskan ve bi rengekî koordînekirî çalakiyek hetiye lidarxistin. Baskê yekem ê çalakiyê, çepera ku 5 dagirker tê de bûn kir armanc û lê da. Di vê çeperê de 3 dagirker hatin cezakirin û 2 jî birîndar bûn. Baskên duyemîn û sêyemîn, dagirkerên ku ji ber lêdana bibandor a gerîlayan dixwestin birevin, kirin hedef û li wan dan. Di encamê de herî kêm dagirkerek hat cezakirin.
Di vê çalakiyê de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn."
Dewleta Tirk erdên Kurdistanê dişewitêne
HPG wekî din da zanîn ku li Werxelê û Tabûra Ereban dagirker bi qest agir bi eraziyê dixin. HPG´ê wekî din got, bombekirina tunelên şer ên li Werxelê 30 Hezîranê bê encam maye.
BEHDÎNAN