4’ê Nîsanê li Naîrobiyê hat pîrozkirin

Duşem 4 Nîsan 2022 - 22:33

  • Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê jî, 4'ê Nîsanê bi çandina daran hate pîrozkirin.

Li paytexta Kenyayê Naîrobiyê jî, 4'ê Nîsanê bi çandina daran hate pîrozkirin.

Me beriya çend rojan behsa çêkirina wêneyên dîwaran ên Rêber Abdullah Ocalan li naîrobiyê kiribû. Li vir Navenda Edaleta Civakî ya Mathare çalakiyan ev çendeke li dar dixe ji bo nasandina Rêber Abdullah Ocalan, biyografiya wî û hizra Konfederalîzma Demokratîk. 

Lêkoler Dr. Thomas Jeffrey Miley jî di nav de, pêşengên tevgera Grassroot Liberationê ji Kenyayê peyama pîrozbahiya rojbûna Abdullah Ocalan şandin.

Dr. Thomas Jeffrey Miley got: “Îro bi Abdullah Ocalan re watedar bû. Hikûmeteke dewletparêz nikare bibe hikûmeteke demokratîk. Demokrasî hêza gel e ku xwe bi rê ve bibe."

Berdevkê tevgera Grassroot Liberationê, Gacheke Gachîhî jî got, "Hema niha ji Ocalan re azadî, çawa ku me li Efrîka û Kenyayê got, hema niha aştî û yekîtî!"

Bi rasthatina rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şitl jî doh li Naîrobiyê hatin danîn.

NAÎROBÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.