48 caran bombe barandin
În 17 Adar 2023 - 00:51
Artêşa Tirk a dagirker 48 caran bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
Li herêma Zê (Zapê)
15'ê Adarê saet di 22:00 de dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrişê.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker
15'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
15'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Kurojahro, Çemço û Sîdayê 47 caran bi helîkopter, obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."
BEHDÎNAN