46 penaber di kamyonekê de mirin

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 22:24

  • Li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di qemyonekê de 46 cenaze hatin dîtin.

Li eyaleta Teksasê ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) di qemyonekê de 46 cenaze hatin dîtin.

Rayedarên polêsan got, kamyon li ser rêyeke li nêzî San Antonio ji ber ku karmendekî bajêr îxbar kir, terikandî hate dîtin.

Rayedaran her wiha diyar kir ku dema hatine cihê bûyerê, li derveyî kamyonê cenazeyek li erdê dîtine.

Her wiha 16 kes ku 4 jê zarok bûn û ji ser hişê xwe çûbûn, rakirine nexweşxaneyê.

Şaredarê San Antonîo bûyer weke trajediyeke giran a mirovî pênase kir û xwest, kesên ku mirovan dixin nava rewşeke bi vî rengî ya nemirovî, bên dadgehkirin.

Li heman bajarî sala 2017'an 10 koçber, sala 2003'an jî 19 koçber di kamyonan de mirî hatibûn dîtin.

Bazirganên mirovan gelek caran koçberan dixin kamyonan û bi vî rengî derbasî DYE´yê dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.