451 siyasetvan divê xwe biparêzin

Şemî 4 Îlon 2021 - 01:31

Dadgeha Destûra Bingehîn a dewleta Tirk (AYM) îdianameya ji bo girtina HDP'ê wê ji 451 siyasetvanan re jî bişîne ku pê qedexeya siyasetê ji bo wan tê xwestin. Ew jî divê di nava 30 rojan de parastina xwe bikin.

AYM'ê daxwaza dirêjkirina demê ya derbarê girtina HDP’ê de pejirandibû. Ji bo HDP parastina xwe amade bike, AYM’ê 60 roj dema zêde dayê. Di vê îdianameya girtina HDP’ê de ji bo 451 siyasetvanan qedexeya siyasî tê xwestin. AYM wê îdianameyê ji van 451 siyasetvanan re bişîne û divê ew jî di nava 30 rojan de parastina xwe bikin.

ENQERE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.