450 milyar dînar ‘deyn’ şand
În 3 Mijdar 2023 - 00:38
Hikûmeta Iraqê 450 milyar dînar wek ‘deyn’ xiste ser hesabê Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê. Bi vê yekê beşa yekem a 700 milyar dînarê ku wê Bexda ji Herêmê re bişîne, ji bo Herêmê hate şandin.
Her wiha biryare roja yekşema bê jî 250 milyar dînar bişînin û piştre lîsteya mûçeyan belav bike.
Hêjayî gotinêye ku ji beriya niha hikûmeta Iraqê biryar dabû ku 2 trilyon û 100 milyar dînar bi şêweyekî deyn ji bo Herêma Kurdistanê bişîne û di dema borî de beşa yekem ya vê pereyê 700 milyar dînar gihişte Herêmê. Her wiha serê meha Mijdarê ye lê mûçexwirên Herêma Kurdistanê tenê mûçeya meha 7’an a îsal girtine. Ji ber nedan û paşketina mûçeyan li beşek zêde ya deverên sînorê Silêmanî û Helebce, Germiyan û Raperîn boykot hatiye ragihandin.
NAVENDA NÛÇEYAN