445 top li gundên minbicê xistin

Çarşem 8 Hezîran 2022 - 21:15

  • Dewleta Tirk a dagirker, ji bilî amadekariyên dagirkeriyê yên dîplomatîk, ev demeke dirêj e, Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike.

Dewleta Tirk a dagirker, ji bilî amadekariyên dagirkeriyê yên dîplomatîk, ev demeke dirêj e, Rojavayê Kurdistanê, û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bombebaran dike. Doh gava ku dewleta Tirk û ya Rûs li ser Rêveberiya Xweser dipeyivîn, gundên Minbicê û Şehbayê topbaran kirin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî bîlançoya topbarana 10 rojan eşkere kir.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê got, “Dagirkeriya Tirk hewl dide aloziyên xwe yên derve ji raya giştî ya Tirkiyê re wek serketineke xeyalî bide xuyakirin. Di heman demê de hîn jî li tevahiya eniyên Minbicê operasyonên dijminane pêk tîne.”

Navendê li ser bîlançoya êrişan jî ev agahî dan:

“Artêşa Tirk rojane gundên Hoşeriyê, Cat, Toxar, Ewn Dadat, Mihsenlî, Ereb Hesen, Um Edese, Seyade, Yalinlî, Qertwêran, Kor Hiyûk, Ceble Hemra, Boxaz, Kewiklî û bajarokê Erîme ketober topbaran kirin.

Di heman demê de artêşa Tirk ji baregehên xwe yên li hemberî eniyan, gundên Qîrate, Toxar, Helûncî, Yaşlî, Şêx Nasir, Zerzor û Şiweyhe kirin armanc.

Dewleta Tirk ev baregeh ji bo tirsandina xelkê bi kar anîn û di 01.06.2022’an de bi balafirên bêmirov ên biçek gundê Ereb Hesen bombebaran kir.

Her wiha 2`yê Hezîranê çeteyan 3 caran û ji 3 aliyan ve hewl da bikevin gundê Mihselî, lê bi saya berxwedana hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldanên wan têk çûn.

3`yê Hezîranê jî hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên li eniya bakur çeteyekî ´Mertalê Firatê´ yê artêşa Tirk a dagirker kuşt, her wiha çeteyekî din jî dema hewl dida mayinan li derdora gundê Mihsenlî biçîne, birîndar bû.

Di encamê de, di 10 rojan de 445 top li gundan ketin û zirarên madî çêbûn."

Dagirker hîç netebitî

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê pêr û doh jî nesekinîn. Pêr derengiya şevê gundên Seyds û Yalinlî yên bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran kirin. 

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora gundê Um Hoş ê Şehbayê jî doh topbaran kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.