40 salan dost bû
Sêşem 22 Îlon 2020 - 19:30
- Dostekî 40 salan ê Kurdan Robert Jarowoy ji ber kansêrê wefat kir.
M. ZAHIT EKINCÎ
HAMBURG
Dostekî 40 salan ê Kurdan Robert Jarowoy ji ber kansêrê wefat kir. Jarowoy ê 68 salî li mala xwe ya li Altona Hamburgê êvara Duşemê koça xwe ya dawî kir. Wefata wî Kurdistanî xemgîn kirin.
Robert Jarowoy sala 1952an li Nurnbergê ji dayik bû û di ciwaniya xwe de fikrên sosyalîzmê û şoreşgerî nas kirin. Ji şoreşgerên salên 68an bû. Di 20 saliya xwe de hat girtin û 8 salan di girtîgehê de ma. Ji van salan 5 salan di hucreyê de wî hiştin. Ji sala 1980î ve li Altonayê ma û ji 2008an ve di nava Die Linke de cih girt.
Sala 1980î bi kadroyê PKKê Huseyîn Çelebî PKK nas kir û êdî her tim pê re bû. Tevî hevala xwe Beate Reissê sala 1990î li Akademiya Mahsum Korkmaz serdana Rêber Apo kirin. Wekî din gelek caran çû Kurdistanê û hîç ranwestiya û kar kir.
Jarowoy di warê siyaseta çepgir û ekolojiyê de pirtûk nivîsî bûn.
Hevala wî Beate Reiss jî 5ʼê Sibata 2018an wefat kiribû.