40 salan dest neda kaxezê

Nûçeyên Çand/Huner

În 5 Sibat 2021 - 03:34

  • Godawari Dutta ne ku tenê dîwar bi stîla Madhubanî rengandin, wê her wiha jinên li gundan hînî vî hunerî kirin da ku ew di warê aborî de xweser bin. Weqfa wê ji bo xizaniya li ser jinan tê ferzkirin, kêm bike, perwerdeya destpêkê û ya hunerî bi kar tîne.

Godawari Dutta şêwekareke Hindistanî ye ku nexasim jî bi resmên Madhubanî* û weqfa Mîthîla Kala Vîkas Samîtî tê nasîn. Wê nîşana xizmeta sivîl a Hindistanê a bi navê Padma Şirî jî wergirtiye, ji ber ku wê di hunerê xwe de çand û rêûresmên Hindî nîşan daye û di heman demê de li dijî xizaniya jinên li gundan bûye xwedî înîsiyastîf. 

Godawari Dutta di dema mêhtingeriya Brîtanê de di nîvê salên 1920'an de hatiye dinê. Ew li gundê Bahadurpûr ê ser bi Darbhangayê li Bengala Rojava, hînî şêwekariyê bûye. Lê ne li dibistanan, ew li ber destê dayika xwe Subhadra Devî hînî hunermendiyê bû. Dayika wê jî hunermendeke şêwekariyê ya ji rêûresma Hindî bûye. Ji ber ku hîna 10 salî bavê wê wefat dike jî ew li cem dayika xwe mezin dibe. 

Sala ku Hindistan serbixwe dibe yanî 1947'an ew dizewice. Kurekî wê bi xwe jî çêdibe û weke dayika xwe, ew jî neçar dibe ku bi tena serê xwe kurê xwe mezin bike. 

Angajmana civakî ji bo jinan

Bi qasî hunermendiya wê, weqfa wê û karê wê yê civakî jî balê dikişîne ser xwe. Godawari Dutta 21'ê Kanûna 1983'yan weqfa Mîthîla Kala Vîkas Samîtî dadimezrîne. Armanca weqfê  têkoşîna li dijî feqîriya jinan e. Weqf bi bipêşxistina şêwekariya Madhubanî, misogerkirina perwerdeya destpêkê ji bo jinan, vî karê xwe dibe serî. Weqf bi organîzekirin, dîzaynkirin û bicihanîna bernameyên ji bo civakên bi dezavantaj dadikeve. 

Godawari Dutta bi vî awayî kir ku jinên li gundan resma Mîthîla çêkin û karibin di warê aborî de xweser bin. Wê ji bo perwerdekirina jinên ciwan û keçan jî komîteyeke gundan ava kiriye. 

Bi dîwaran dest pê ki

Godavari Dutta hê 6 salî bû dest bi boyaxkirin û resmandina li ser dîwaran kir. Hê nû sala 1971'ê wê ji bo hunerê xwe kaxez bi kar anî. Yanî piştî ku bêhtirî 40 salan hunermendî kir, wê hîna nû kaxez jî bi kar anî. Ew bi stîlê Kayaşta yê resmandina Mîthîla navdar e. Di vê stîlê de kontrastên reş û spî li pêş in. Ew ji bo rengandinê darikên ji qamîşên bambûyê bi kar tîne. Mijarên di berhemên wê de derdikevin pêş portrekirina karakterên ji Ramayana û Mahabharatayê ne. Lê ew her wiha ji jiyana rojane jî tiştên weke dawetan û reqsê jî xêz dike. 

Godavari Dutta hem mamoste û hem jî xwendekar di warê hunerê xwe de perwerde kirine. 

Godavari Dutta pirrî caran çûye Japonyayê. Rêzek ji berhemên wê îro malê Muzeya Mîthîla ya li bajarê Japonyayê Takomaçî ye. Muzeya Hunerê Asyewî ya Fukuokayê li

Japonyayê jî xwediyê rêzek berhemên wê ye. 

Wê heta niha gelek xelatên ji bo hunermendan li Hindistanê wergirtine. Herî dawî jî sala 2019'an nîşana xizmetê ya medenî ya bi navê Padma Şirî ji hikûmeta Hindistanê wergirt. 

* Hunerê Madhubanî yan jî şêwekariya Mîthîla stîleke şêwekariya rengandinê ya Hindî ye. Ev huner li herêma Mîthîla ya Hindistanê belav e. Hunermend ji bo şêwekariya xwe tiliyên xwe, darikan, firçeyan, pirtikan û qamîşan bi kar tînin. Ji bo boyaxê jî ew kok, pel, giyayan û pîgmentên xwezayî bi kar tînin.

DELHIYA NÛ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.