40 meh in xeber ji Rêber Ocalan nîne

În 26 Tîrmeh 2024 - 02:55

  • Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku di lîteratûra hiqûqê de ji vê rewşê re ‘’încommunîcado’’ tê gotin, 40 meh li pey xwe hişt. Dewleta Tirk ku hiqûqa xwe û ya navnetewî binpê dike, bi sedema ku aliyekî ‘hiqûqî’ ji tecrîdê re bibîne cezayê ‘disîplîn’ê li Ocalan dibire û wiha dema tecrîdê dirêj dike. Tecrîda li ser ser Ocalan bi aliyê xwe yê ku sînorên hiqûqê dibezîne êdî bûye rojeva Konseya Ewropayê, NY’yê. Tê payin ku Konseya Ewropayê ji Tirkiyê îfadeyê bixwaze.

Ev 41 meh in dewleta Tirk nahêle ku ne malbat û ne jî parêzer Rêber Abdullah Ocalan bibînin. Herî dawî 7’ê Tebaxa 2019’an Ocalan parêzerên xwe dîtibû. 3’yê adara 2020’an  Ocalan rûbirû malbata xwe dîtibû û ji 25’ê Adarê jî bi rêya telefonê hevdîtineke kurt bi malbata xwe re kiribû. Ji wê rojê heya niha tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Ji bilî Abdullah Ocalan ji girtiyên din Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ên li Girtîgeha Îmraliyê tên ragirtin jî 41 meh in agahî nayên wergirtin. 

Rewşa tecrîdê ku di lîteratûra hiqûqa navneteweyî de wekî "încommunîcado"yê tê binavkirin didome. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat her hefte serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê didin û daxwaza hevdîtinê dikin. Ji 25'ê Adara 2021’an û vir ve li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê 397 ên parêzeran, 177 jî yên malbatan bi komî 574 serlêdan hatine kirin. Lê hemû serlêdan an bêbersiv hatine hiştin an jî bi hinceta "cezayên dîsîplînê" hatine redkirin.

Cezayekî nû yê ‘disîplîn’ê

 Di demeke ku ji serlêdanan re hêj bersiv nehatiye dayîn derket holê ku ji aliyê Serokatiya Lijneya Dîsiplînê ya Îmraliyê ve di 4’ê tîrmehê de bi hinceta “cezayê dîsiplînê” ji bo 3 mehan qedexeya hevdîtina bi malbatê re hatiye dayîn. Di biryarê de hinceta “cezayê dîsiplînê” nehate diyarkirin. Daxwazên parêzerên ên agahî û belgeyan ên têkildarî dosyayê nehatin qebûlkirin. Parêzer xwe amade dikin ku li dijî biryara “cezayê dîsiplînê” yê hatiye dayîn îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê bikin. 

Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) jî di nav de rêxistinên hiqûqî, di nava mehê de serî li baroyên bajarên Riha, Îzmîr, Semsûr û Mêrdînê dan. Rêxistinên hiqûqî ji baroyan xwestin ku li dijî tecrîda Îmraliyê tevbigerin.  

Di rojeva Konseya Ewropayê de ye

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) di civîna xwe ya meha Hezîranê de piştî 3 salan biryar da ku biryara “binpêkirinê” ya DMME’yê ya der heqê Rêber Abdullah Ocalan de daye tê bicihanîn an na careke din bixe rojeva xwe. Komîte wê di civîna xwe de ku wê di navbera 17 û 19’ê îlonê de bike, kontrol bike ku biryara binpêkirinê ya DMME’yê û pêdiviyên wê tên bicihanîn an na. Heke Komîte pêwîstiyê pê bibîne, wê karibe îzahatekê ji Tirkiyeyê bixwaze ku çima ev biryar bi cih nehatiye anîn.

Cotstandartiya CPT’yê

Geşedaneke din a girîng a di nava mehê de jî bû pêkanîna prosedura 10/2 a CPT’yê ya derbarê Azerbaycanê de. CPT’yê piştî serdanên salên 2020 û 2022’yan derbarê Azerbaycanê a ku binpêkirin bi dawî nekirin û pêşniyar bi cih neanîn  benda 2’yemîn a xala 10’emîn a peymana bi dewletên alîgir re kirî esas girt û têkildarî binpêkirinan daxuyanî da. Ev helwesta CPT’yê di mijara Îmraliyê de helwesta wê ya cihekar raxist li ber çavan.  

Li NY’yê pirsa Imraliyê

Rûniştinên Mafên Mirovan ên Konseya Mafên Mirovan (KMM) a Neteweyên Yekbûyî (NY) roja 18’ê hezîranê li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevê dest pê kirin. 4 rêxistinên civakî yên sivîl ên ji Tirkiyeyê raporeke ji 49 rûpelan pêk dihat amade kirin û pêşkêşî komîteyê kirin. Di raporê de binpêkirinên li Girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din diqewimin cih girtin. 

Raportorên Taybet ên Neteweyên Yekbûyî di çarçoveya van raporan de destnîşan kirin ku Abdullah Ocalan bi tu awayî nikare bi derve re têkiliyê deyne û biryarên îxlalkirinê yên hatin dayîn bi cih nayên anîn û ji Tirkiyeyê xwestin ku sedemên vê rewşê rave bike.

Ji partiya Komunîst ji bo Ocalan serlêdan 

Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ji Wezareta Dadê re name şand. Savoldelli, di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û xwest di vê mijarê de destûrên fermî bên dayîn. Savoldelli ji bo hevdîtina bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê da.  

 MA/ÎBRAHÎM IRMAK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.