Doh polêsên dewleta Tirk bi ser malên rojnamevanan de girtin. Piştî lêgerîna li malan rojnamevan Sîbel Yukler, Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Evrîm Kepenek hatin binçavkirin.

Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Amedê polêsan doh sibehê li Enqereyê bi ser mala nûçegihane Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan de girt. Arslan birin Midûriyeta Polîsan a Enqereyê. Di serdegirtina malê de polêsan telefon û komputera Arslan desteser kirin. Di heman demê de polêsan li Enqereyê ser mala rojnamevan Sîbel Yukler de jî girtin. Hate diyarkirin Yukler birine Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.

Li Îzmîrê jî di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin avêtin ser mala nûçegihan Delal Akyuz. Polêsan li malê lêgerîn pêk anî û piştî vê yekê Akyuz binçav kir û ew birin Midûriyeta Polîsan a Çankayayê. 

Li Stenbolê jî edîtora bianetê Evrîm Kepenek di serdegirtina malê de hate binçavkirin. Polêsan xwestin li malê lêgerînê pêk bînin. Li ser îtîraza Kepenek û hevrêyên wê, ji bo lêgerînê bang li muxtar hat kirin. Polêsên ku ji bo lêgerînê li benda parêzer neman, bi hatina muxtar re lêgerîn pêk anîn. Di lêgerîna ku bi qasî saetekê dewam kir de hemû alavên dijîtal ên Kepenek hatin desteserkirin. Evrîm Kepenek bi awayekî kelepçekirî hate binçavkirin. Kepenek piştî kontrola tenduristiyê birin Qereqola Taksîmê.

 

Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê şermezar kir

Komeleya Rojnamevanan a Kurdistanê binçavkirina rojnamevanan  bi daxuyaniyeke şermezar kir. Di daxuyaniya komeleyê de hate gotin, "Em bûyerên dawî yên têkildarî binpêkirina azadiya fikir û çapemeniyê yên li Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku destgîrkirina rojnamevan Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Sîbel Yukler a li Tirkiyeyê nîşan dide ku Tirkiye ji bo rojnamevanan bûye girtîgehek.

Her wiha birîna çar salên din ên girtinê li rojnamevan Şerwan Şêrwanî li Başûrê Kurdistanê weke xerabûna rewşa azadiya çapemeniyê ya li Başûrê Kurdistanê hate pênasekirin.

Komeleyê xwest rojnamevanên girtî tavilê bêne berdan û azadiya çapemeniyê bê parastin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Rojnamevantî sûc nîne, rojnamevantî mafeke û ev maf divê di her şert û mercî de bê parastin." 

 NAVENDA NÛÇEYAN