4 rojnameger hatin binçavkirin
Şemî 14 Hezîran 2025 - 02:55
Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk, Ozan Cirik û Melîsa Efe hatin binçavkirin.
Rojnameger Semra Pelek, Dîcle Başturk, Ozan Cirik û Melîsa Efe a ku wergerê dike di çarçoveya lêpirsîneke li Artvînê hatiye destpêkirin de hatin binçavkirin.
Semra Pelek di serdegirtina mala xwe ya li Stenbolê de hate binçavkirin û piştî lêgerîna li malê birin Fermandariya Cendirmeyan a Maslakê.
Ozan Cirik ê xebatkarê Sendika.orgê Ozan Cirik jî li Stenbolê hat binçavkirin û ew birin Fermandariya Cendirmeyan a Maslakê.
Her wiha Melîsa Efe ya ku ji Frankfurter Allgemeine Zeitung re wergerê dike jî hatiye binçavkirin.
Ji ber ku biryara nepeniyê li ser dosyeyê heye nayê zanîn bi kîjan hincetan hatine binçavkirin.
Êlih
Li Êlihê jî polîsan roja înê avêt ser mala rojnameger Metîn Yoksu. Metîn Yoksu ji ber ne li malê bû nehat binçavkirin. Hat zanîn ku polîsan bi hinceta “propagandaya rêxistinê kiriye” bi ser mala Metîn Yoksu de girtin e.
NAVENDA NÛÇEYAN