4 mûzîkjen li çelloyekê didin

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 10 Tebax 2022 - 21:09

  • Muzîka klasîk dibe ku ji bo hinekan ji me kevn xuya bike û hinek ji me jê hez nekin.

Muzîka klasîk dibe ku ji bo hinekan ji me kevn xuya bike û hinek ji me jê hez nekin. Lê hin muzîkjen hene, ew bi her awayî didin hezkirinê û dikarin bi awayekî modern jî muzîka klasîk şirove bikin. Koma çelloyê ya “Weiner Cello Ensemble 5+1” ku ji hêla Gerhard Kaufmann ve hatiye damezirandin, xwe weke komeke nûjen dibîne û bi performansên xwe yên afirîner muzîka klasîk ji nû ve rave dike. 

Wan berhema bi navê “Bolero” ku li dinyayê pirr navdar e û muzîkjenê Fransî Joseph-Maurice Ravel ew nivîsandiye, bi şêwazekî cûda şirove kiriye. Li ser dikê 4 kes bi hev re çelloyekê dijenin. Bolero ku berhemeke zehmet e, bi destê vê komê bi awayekî profesyonel û teatral hatiye şirovekirin. Ew tenê çelloyê najenin her wiha li ser dikê xwedî koreografiyeke bêhempa ne jî. Ew carinan ciyên xwe diguherînîn, awiran didin hev du û di nav lîstikeke şanoyî de li dora çelloyê diçin û tên.

Axir, Ravel vê performansa wan ya ji bo “Bolero” bidîta, ez bawer dikim dê gelek kêfxweş bibaya.

VIYANA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.