HPG’ê ragihand ku li Şemzînanê li dijî kontrayan, li Heftenînê jî li dijî leşkerên dagirker ji 2 baskan ve çalakî hatine lidarxistin. Li gorî daxuyaniyê, li Şemzînanê 4 kontra hatin cezakirin, li Heftanînê jî kozikek tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên vê dawiyê yên hêzên gerîla daxuyaniyek weşand.
Daxuyanî wiha ye:”Hêzên gerîla di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftenînê de 5’ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a herêma Heftenînê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Rojîn ji du baskan ve çalakî li dar xistin. Di encamê de kozikek dagirkeran tevî dagirkerên tê de hate îmhakirin, derb li 2 kozikan hate xistin. Hejmara dagirkerên di encama vê çalakiyê de hatin cezakirin û yên birîndar bûn, nehate tespîtkirin.
Di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiyê’ de, hêzên me 4’ê Mijdarê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî kontrayên ku rêya navbera qereqolên Slort û Xapuşkê çêdikirin çalakiyek li dar xistin. Di vê çalakiyê de 4 kontra hatin cezakirin, 2 kepçe û qemyonek hatin îmhakirin, derb li qemyonekê hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bombardûmaneke giran li derdorê kir.
Dewleta Tirk a dagirker bi medya şerê taybet nûçeyên derew hatin weşandin ku tê de îdîa kirin di vê bombardûmanê de kuştiyên me hene. Ev nûçe dûrî rastiyê ne bi armanca xapandina raya giştî ne. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregeha xwe vegeriya.
ANF/BEHDÎNAN