Weşanxaneya Nûbiharê 4 kitêbên din li Kurmanciyê zêde kirin. 2 ji wan kitêbên çîrokan û 2 ji wan jî kitêbên lêkolînê ne û ew jî wergerandine Kurmanciyê. Kitêbên nû yên ji weşana Nûbihar derçûne ev in:

Kitêbên çîrokan “Abşûran” û “Demsala Nan” yên ku Elî Eşref Dervîşyan nivîsandine bi Kurmancî hatine wergerandin. Abşûran 136 û Demsala Nan jî 104 rûpel e. 

Kitêba folklorê “Berxwedana Qehremanan” ya Haşim Ferhadî, lêkolîner Cimoyê Merûf ew wergerandiye Kurmanciyê û 232 rûpel e. 

Kitêba bi navê “Hikûmeta Kurdistanê” ku kitêbeke lêkolînê nivîskar Newşîrwan Mistefa Emîn e, 288 rûpel e.  

NAVENDA NÛÇEYAN