Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de 4 eskerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê êrişên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:
"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Egîdên Botanê de; 25'ê Hezîranê li çiyayê Kato Xelîla yê Eyaleta Botanê, li dijî eskerên dagirker ên ji qada Geliyê Şax ber bi Çelê Bûka ve diçûn, çalakiyek hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin. Her wiha li konekî hate xistin ku dagirker tê de bûn, lê hejmara dagirkerên hatin cezakirin û yên birîndar bûn nehate tespîtkirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê; 30'ê Hezîranê li herêma Zapê bi çekên giran li dagirkerên li ser Girê Xeregolê hate xistin. Di vê çalakiyê de derb li gelek kozikên dijmin hate xistin û herî kêm dagirkerek hate cezakirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê; 30'ê Hezîranê li qada Girê Silêman hêzên me dagirkerên li qadê xistin kontrola xwe û bi sûîqestê li dagirkeran dan ku hewl didan kozikê çêkin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dewleta Tirk a dagirker hate cezakirin. Dagirkerên ku piştî çalakiyê ketin nava panîkê dest ji kozikên xwe berdan û reviyan.

Dewleta Tirk a dagirker bi helîkopter û balafiran bombe li herêmên Avaşîn û Metînayê barand.

ANF/BEHDÎNAN