4 ecêbên deryayê yên 2021’ê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 29 Kanûn 2021 - 22:18

  • Li deryayan mexlûq û afirêdên ecêb pirr in.

Li deryayan mexlûq û afirêdên ecêb pirr in. Ev jî 4 ji wan in ku sala 2021´ê wêne û dîmenên wan hatine girtin. 

Pişemasiyê sorê xwînê 

Lêkoler dibêjin, ev cûreyê pişemasiyan (medûzan) berê nedihat naskirin. Tebaxa bihurî Rêveberiya Neteweyî ya Behr û Atmosferê (NOAA) ya Emerîkayê da zanîn ku wan Tîrmehê ev cûreyê pişemasiyan di kûrahiya 700 metreyî di binê behrê de nêzî girava Rhode dîtiye. Ji ber ku di vê kurahiya deryayê de rengê sor xuya nake jî, ev pişemasî bi dijminên xwe xuya nakin.

Axtepotê şefaf ê camî

Lêkolerên Înstîtuya Schmidt a Behrê (SOI) li kûrahiyên Behra Pasîfîka Navîn, axtepotekî camî (Vitreledonella richardi) dîtin. SOI´yê da zanîn ku wê axtepotê şefaf 5 hezar kîlometreyan li bakurrojhilatê Sydneyê dîtiye. Ev axtepotê camî jî hema hema bi temamî şefaf e. Tenê çavên wan ên weke gundoran û ûr û roviyên wan, her tişta din şefaf e. 

Masiyê serhût ên teşe diguherin

Di kûrahiya bêhtirî 2 hezar metroyan de di binê behrê de îsal masiyekî serhût ên ecêb hat dîtin, di behra beramberî Kendava Monterey a Kalîforniyayê. 

Înstîtuya Lêkolînê ya Akuwariyûma Kendava Montereyê (MBARI) wêneyê vî masiyê weşandin. Ji ber ku masiyên ciwan, ên nêr û ên mê gelekî ji hev cihê bûn, lêkoleran serê pêşî fikirî ku ev sê cûreyên cihê bin. 

Şahê dumboyan

Gulana bihurî lêkoleran da zanîn ku cûreyekî nû yê axtepotên dumbo kişf kiriye wan navê (Grimpteuthis imperator) û nasnavê “Şahê Dumboyan” lê kir. Dumbo sala 2016´an hê nû li Deryaya Beringê hatibûn kişfkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.