4 dron ve mobesseyek hatin tinekirin

În 21 Hezîran 2024 - 02:55

Di çalakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê de, 4 dron û mobesseyek hatin tinekirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirkeriyê de ev agahî parve kirin.

Herêma Şehîd Delîl a Rojava Zê

18’ê Hezîranê droneke dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM, bi çekên ferdî hate xistin.

19’ê Hezîranê droneke dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên ferdî hate xistin.

17’ê Hezîranê li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi taktîka sûîqastê droneke dagirkeran hate xistin.

17’ê Hezîranê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên nîv otomatîk, hatin hedefgirtin.

18’ê Hezîranê sîstemeke kamera ya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi taktîka sûîqestê hate hedefgirtin û tinekirin. Ev çalakî ji aliyê gerîlayên YJA Starê ve hate lidarxistin. 

19’ê Hezîranê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên giran hatin hedefgirtin û çeperek hate derb kirin.

19’ê Hezîranê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê, bi çekên nîv otomatîk hatin hedefgirtin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

18’ê Hezîranê droneke dagirkeran a li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên ferdî hate xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin. 

19’ê Hezîranê dagirkerên ku dixwestin li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî sîstema kamera ya mobesse deynin, bi çekên giran hatin hedefgirtin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk a dagirker

18 û 19’ê Hezîranê tunelên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM a li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê, carekê bi teqemeniyên qedexe û carekê jî bi dronên bombebarkirî hatin bombe kirin.

17, 18 û 19’ê Hezîranê qadên Newroz, Girê Zergelê, Silê yên Qendîlê 4 caran, qadên Sinînê, Lolan û Kendekola yên Xakurkê 5 caran, qadên Girê Zengil, Girê Reşît ên Garê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Dergelê ya herêma Metîna carekê, Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bihar ên herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zê 4 caran, bi giştî 16 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 

18 û 19’ê Hezîranê Qada Berxwedanê ya Şêlazê ya herêma Metîna bi helîkopterên şer hate bombe kirin.’’

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.