4 dagirker hatin kuştin

Sêşem 16 Tîrmeh 2024 - 02:45

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, mobesseyek hate tinekirin û derbe li kepçeyekê û çeperekê hate xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyan û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li Herêma Heftanînê

12'ê Tîrmehê li Qada Kanî Biyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

Li Herêma Metînayê

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Golkayê bi çekên nîv otomatîk li kepçeyeke dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyê de derb li kepçeyê hate xistin û hate rawestandin.

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sekvaniyê hate îmhakirin.

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dema ku dagirker ketin nava liv û tevgerê bi sûîqestê li wan hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê kirin, dagirkerek hate cezakirin.

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku ketibûn nava liv û tevgerê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

13'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

14'ê Tîrmehê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin ku hewl didan teqemeniyan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi cih bikin. Derb li çeperekê hate xistin û liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

14'ê Tîrmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin.

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

14'ê Tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

12, 13 û 14'ê Tîrmehê li herêma Xakurkê Girê Şehîd Hawar, Şehîd Şerîf, Berbizinê, Sinînê, Xinêrêya Jor 9 caran, li herêma Garê qadên Spîndarê, Mijê, Zêvkê, Xêrê û Gûzê 13 caran, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê qadên berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Bahar 5 caran; bi giştî 27 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

14'ê Tîrmehê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Golka, Şêlazê, Dergelê, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar û li Herêma Xakurkê Qada Girê Şekîf bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.