Li Qada Girê Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl di çalakiyên gerîla de 4 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 4 çeperan hate xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê agahî da û got:
Şehîd Delîl li Rojavayê Zê
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, li dijî dagirkerên ku ketibûn nava liv û tevgerê bi sûîqestê çalakî hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li dijî dagirkerên ku hewl didan ber bi tunelên şer ve bi pêş ve biçin, hemwext çalakiyeke sabotajê û çekên ferdî hate kirin. Piştre careke din bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çepereke dagirkeran hate xistin.
29'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.
Herêmên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Zap û Metînayê bi topan hatin bombekirin."
BEHDÎNAN