• Gerîlayên HPG û YJA Starê li Heftanîn û Xakurkê 4 leşkerên Tirk ceza kirin û çeperek jî îmha kirin.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li dijî artêşa Tirk a dagirker li Heftanîn û Xakurkê çalakî kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 4 leşker hatin cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker de daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Li gorî daxuyaniyê; “22’ê Tebaxê hêzên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê de li qada Şehîd Şîlan li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke sûîkastê kirin. Di çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.
Hêzên gerîlla di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 22’ê Tebaxê li Girê Koordîne yê Qada Şehîd Bêrîtan a Xakurkê li dijî leşkeran çalakiyek kir. Di çalakiyê de çeperek hate îmhakirin û 3 leşkerên dijmin hatin cezakirin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk 22’ê Tebaxê Dola Kunîşka ya Zê 3 caran û Zozanê Rostê yê qada Goşîne ya Xakurkê 2 caran bomberdûman kirin. Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”
ANF/BEHDÎNAN