Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de bi qasî ku hate tespîtkirin yek jê kontra 4 dagirker hatin cezakirin. 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de tê gotin: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de, 5’ê Hezîranê li Girê Sîser ê qada Geliyê Pisaxa ya Heftanînê 2 caran bi sabotajê li dagirkeran hatiye xistin. Berê wesayîtek bûye hedef û piştre jî kontrayê bi navê Şahîn ê di wesayîtê de hatiye cezakirin. Piştre dîsa wesayîteke ku kontra tê de bûn bûye hedef û hin kontrayên din jî birîndar bûne.
Hêzên me li Girê Koordîne yê Metînayê xwe bera nav dagirkeran dane. Di vê çalakiyê de çepera ku 3 dagirker tê de bûn, bûye hedefa hêzên me. Li vir 3 dagirker hatine cezakirin û çeper jî hatiye îmhakirin. 

6’ê Hezîranê li dijî dagirkerên li Girê Zendûra ya Metînayê li dagirkeran hatiye xistin. Di vê çalakiyê de li çepera dagirkeran hatiye xistin û hejmara dagirkerên kuştî û birîndar nehatine tespîtkirin.”

Divê heyeteke serbixwe lêbikole 

HPG’ê wekî din diyar kir ku wesayîta çekdarên PDKʼê ya pêr li Metînayê hatiye teqandin ji aliyê gerîlayan ve nehatiye kirin û got “Em dixwazin an heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe were vê bûyerê lêkolîn bike. 

5’ê Hezîranê destê sibehê hêzên leşkerî yên PDKê bêyî agahî û bi aweyekî operasyonel xwestin li Metînayê bikevin herêma gerîlayan. Ev teqez tiştekî şaş e û xizmeta berjewendiyên neteweyî nake. Rast e ku hêzên me yên li wir ji bo hişyarkirinê hin fîşek teqandine. Lê em vebirrî dibêjin, çeka ku bûye sedema îmhakirina wê wesayîtê ji aliyê hêzên me ve nehatiye bikaranîn. Ji ber vê jî bi îhtîmaleke mezin ji hewa û bi fuzeyê li vê wesayîtê hatiye xistin. Meseleya teqîna di vê wesayîtê de divê were lêkolîn. Em HPG diyar dikin divê heyeteke hevpar an jî heyeteke serbixwe vê bûyerê lêkolîn û zelal bike.”

ANF/BEHDÎNAN