- Li di teqînekê de 4 çeteyên Ehrar El-Şamê yên dagirkeriya dewleta Tirk hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Li gundê Til El-Cib ê bajarokê Mebrûka yê li rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî, erebeyeke bombebarkirî teqiya. Di teqînê de 4 çeteyên Ehrar El-Şamê yên dagirkeriya dewleta Tirk, hatin kuştin û 5 çete jî birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) doh ragihand ku erebeyeke bombebarkirî li bendeke kontrolê ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarokê Mebrûka yê rojavayê bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî teqiya û di encamê de 4 çete hatin kuştin.
SOHR`ê da zanîn ku di teqînê de 5 çeteyên din jî birîndar bûne û rewşa hinekan giran e, û dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe.
NAVENDA NÛÇEYAN