- Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didomîne û dibêje, ''Bêdengî hevparbûna li zilmê ye.''
Malbata Şenyaşar berxwedana xwe didomîne û dibêje, ''Bêdengî hevparbûna li zilmê ye.''
Nobeta Edaletê ya Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 9'ê Adara 2021’ê li dijî komkujiya bi destê AKP'yiyan dest pê kir û îro 390 roj in, dewam dike.
Dê û kur ji bo çalakiyê doh jî çûn ber deriyê avahiya edliyaya Rihayê.
Malbatê pankarta li ser nivîsandî, ''Du kurê min û hevserê min li nexweşxanê kuştin! Ti kesî girtî nîne! Bi fermana xurtan, kurekî min ev 4 sal in di hucreya yek kesî de girtî ye. Ez dixwazim kurê min demildest were berdan. Dad ji bo Malbata Şenyaşar, ji bo her kesî'' bi bendên betonî ve kir.
Malbatê her wiha li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal got, ''Ya pîroz ne jiyan e. Em ji bo jiyaneke birûmet û bi edalet, dadê dixwazin. Bêdengî, hevparbûna li zilmê ye''.
RIHA