Ji Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 39 roj in agahî nayê girtin. Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin, PDK rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 1’ê Kanuna 2016’an de nûçegihanê televîzyona KNN Şukrî Zeynedîn, piştî 4 rojan revandinê li gundekî nêzî navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ku dibin serweriya PDK’ê de ye, cenazeyê wî hate dîtin. Piştî ku cenaze hate dîtin, PDK weke her carê derbarê mijarê de got; “Berazan êrişî Şukrî kiriye û birîndar bibû. Piştre ji ber birîna wî giran bû jiyana xwe ji dest daye.!”
Di wê demê hevalek Şukrî Zeynedîn ji medyayê re îdiayên PDK’ê derew derxist. Şukrî Zeynedîn rojnamevan bû û ji televziyona KNN’ê re kar dikir. Şukrî li Herêma Behdînanê kar dikir û ji bo eşkerekirina gendeliya berpirsên PDK’ê gelek caran nûçe çêkirin. Malbata Şukrî hemû îdiayên PDK’ê yên li ser Şukrî Zeynedîn red dike û dibêje;“Ew hatiye qetilkirin, tiştên tên gotin hemû senaryo û ne rast in.” Piştî ku Şukrî Zeynedîn hate qetilkirin, malbatê ji medya navxweyî û cîhanê re eşkere kir ku, ji ber ku Şukrî di televziyona KNN’ê kar dike, gelek caran gef lê hatiye xwarin. Malbatê ragihand ku 4 roj beriya ku were qetilkirin, telefonek ji Şukrî re hatiye û jê re gotine ‘divê tu dev ji televziyona KNN’ê berdî’.
Herwiha di 27’ê Çileya 2021’an de hêzek çekdar li Komelgeha Sîrê ya ser bi Dihokê bi ser mala Rojnameger Qareman Şukrî de girtin. Dadgeha PDK’ê di 24’ê Hezîrana 2021’an de, bê ku parêzer amadebin, 7 sal cezayê girtîgehê li Rojnamevan Qareman Şukrî birî. Beriya wê jî Qareman Şukrî gelek caran hate binçavkirin.
NAVENDA NÛÇEYAN