Dewleta Tirk dike û nake nikare encamê ji operasyonê li ser deverên Başûrê Kurdistanê werbigire. Tirkiye bi rêya PDK’ê dixwaze gundan vala bike û zozanan qedexe bike. Waliyê Şirnexê û Waliyê Duhokê di du mehên dawî de çar caran li hev civiyan û biryara valakirina 38 gundan û koçberkirina 300 kesî dan.
Tirkiye ji 23’ê Nîsanê ve li dijî deverên Avaşîn, Metîna û Zapê yên bi ser Herêma Kurdistana Federe operasyonan li dar dixe. Operasyon û êrişên Tirkiyê du meh li pey xwe hişt. Tirkiye nikare di erdê re pêş de biçe, lê bi teknîka esmanî êrişan dibe ser van deveran. Hêzên Parastina Gel (HPG) jî li dijî leşkerên tirk ên li ser gir û latan hatine bicihkirin çalakiyan li dar dixe. Tirkiye piştevaniya hêzên Zerewanî û Gulan ên girêdayî PDK’ê werdigire. Di rojên dawî de şer li qadên Qeşûra û Orê yên bi ser Metînayê ve dijwar bûye.
Rojnamevan Erdogan Altan ê li herêmê ye, û bûyeran ji nêz ve dişopîne bi bîr dixe ku li gelek deveran dewleta Tirk baregehên xwe ava kirine; dixwaze seranserî sînor 30 kîlometir berfireh dagir bike û kontrola xwe çêke. Ji bo vê jî hewl dide herêmê ji mirovan xalî bike; têkiliyên gerîla yê xwe bi xwe û têkiliyên gerîla bi gel re qut bike. Di vê çarçoveyê de jî gundan vala dike.
Erdogan radigîne û agahî dide ku dewleta Tirk bi alîkariya PDKʼê demografiyayê diguhere; hêzên paramîlîter û cerdevanan li herêmê bi cih dike; li sînorê Derkarê 17 gund, li Batîfa 14 gund û li Kanî Masiyê jî 7 gund hatine valakirin. Qada daristan û eraziyên xelkê herêmê hatiye şewitandin û bi vê yekê re ji 300 însanî bêtir kes ji warên xwe koçber bûne. Ji bo vê jî di du mehên dawî de Waliyê dewleta Tirk ê Şirnexê Alî Hamza Pehlîvan û Waliyê Duhokê Alî Tatar têkildarî mijarê 4 caran civîn li dar xistine û hevdîtin pêk anîne.
NAVENDA NÛÇEYAN