35 caran bi bombeyên fosforê êriş kirin

Sêşem 28 Sibat 2023 - 00:16

HPG'ê diyar kir ku artêşa dewleta Tirk a dagirker bi dehan carî bi bombeyên fosforê êriş bir ser qadên berxwedanê yên gerîla û gerîla jî ji bo xweparastinê li du qadan neçar man ku bersivê bidin êrişan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker bi bikaranîna topên ji madeya fosforê sûcên şer dike. Qadên ku hêzên me lê ne 84 caran bi tank, obus û çekên giran hatin bombekirin. Her wiha qadên berxwedanê 35 caran jî bi topên ji madeya fosforê hatin bombekirin."

 

Li herêma Zê (Zapê)

25'ê Sibatê, dagirkeran êriş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin neçar man ku bi çekên giran bersivê bidin êrişan.

26'ê Sibatê saet di 12:40'î de, dagirkeran êriş birin ser çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran bersiv dan.

 

Sûcên artêşa Tirk a dagirker

26'ê Sibatê, çeperên me yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîdayê 35 caran bi topên ji madeya fosforê hatin bombekirin.

26'ê Sibatê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û derdora gundê Sîda û qada Çemço, çeperên me yên berxwedanê 84 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin." 

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.