33 sal bihurîn birîn nekewiya
Pêncşem 15 Nîsan 2021 - 01:18
Li Germiyan û Çemçemalê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn. Di merasîmê de malbatan bang li hikûmetê kir da ku biryara Dadgeha Bilind ya Sucan a li ser jenosîdê bi cih bîne.
Doh salvegera 33'yan Enfalê bû ku tê de zêdetirî 182 hezar Kurdî hatin qirkirin. Bi vê boneyê li Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn.
Li goristana Enfalkiriyan a li gundê Dêbne yê ser bi Rizgarî ya ser bi Germiyanê û li goristana Enfalkiriyan a li navçeya Çemçemalê ya ser bi Silêmaniyê, qurbaniyên Enfalê hatin bibîranîn.
Li Germiyanê ji bo bibîranîna qurbaniyan, pêşangeheke wêneyan hate vekirin. Piştî ku pêşangeh hate vekirin, saziyên sivîl û dezgehên hikûmetê tacegulên xwe danîn.
Di merasîmê de li ser navê malbatên Enfalkiriyan, Elî Derwêş got; “Em bang li Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin da ku girêdayî qanûnan bin û biryara Dadgeha Bilind ya Sucan a li ser jenosîda gelê me, bi cih bînin.”
Bi heman armancê li Kerkûkê jî malbat û rêxistinên civaka sivîl bi daxuyaniyeke çapemeniyê daxwazên malbatên Enfalkiriyan rêz kirin. Malbatan xwest sûcdarên mayî bên dadgehkirin û cezakirin. Malbatan îaret bi 323 sûcdarên dadgeha bilind a Iraqê ew bi nav kirî, û xwest ew di asta neteweyî û navneteweyî de bên dadgehkirin. Wan xwest serokkomarê Iraqê bi navê dewleta Iraqê lêborînê ji hemû qurbaniyên Kurdistanê û Iraqê bixwaze.
GERMIYAN