- Li Herêmên Parastina Medyayê, Pêngavên Şoreşgerî yên gerîlayan derbên giran li dagirkeran dixin. Piştî ku pêr HPG'ê eşkere kir ku 38 dagirker hatine kuştin, wê doh jî da zanîn ku herî kêm 33 dagirkerên din hatine kuştin.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li dijî Başûrê Kurdistanê dewam dikin. Berxwedana gerîlayên Kurdistanê jî bi bi pêngavên şoreşgerî derbê li dagirkeran dixe. Di çalakiyên gerîlayan ên li dijî dagirkeran de herî kêm 33 leşkerên Tirk hatin kuştin. HPG'ê wekî din da zanîn ku di berxwedanê de 4 gerîla şehîd bûne.
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) de hat gotin, li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker a ji 23'yê Nîsanê ve, li Herêmên Parastinê yên Medyayê li Metîna, Avaşîn û Zapê pêngavên şoreşgerî yên gerîlayên azadiya Kurdistanê “Bazên Zagrosê”, “Cenga Xabûrê” û “Cenga Heftenînê” derbên giran li dagirkeran dixin. Di çalakiyên van pêngavan de 33 leşkerên din ên dagirker hatin kuştin.
Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê
HPG'ê ji bo Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê ev agahî dan: "25'ê Nîsanê saet 08:20’an li dijî leşkerên li girê Mamreşo yê herêma Avaşînê bicihbûyî, gerîlayan çalakiyek kir piştî ku wan xwe berda nav hêzên dagirker. Di vê çalakiyê de du dagirker hatin cezakirin.
26'ê Nîsanê saet 07:40’an û saet 11:00’an li Girê Şehîd Serdar ê li Zapê, bi sekvaniyê du çalakî hatin kirin, Dagirkerek hat cezakirin û yek jî birîndar bû. Dagirkerên li ser heman girî saet di navbera 14:00 – 15:00'an de bûn hedefa çalakiya bi doçka û topên hawanê. Hejmara leşkerên hatin cezakirin, nehat zelalkirin.
26'ê Nîsanê li ser girê Şehîd Munzur ê li Zapê saet 17:40’an çar caran gerîlayan bi roketan li leşkerên li ser gir xist. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin.
26'ê Nîsanê saet 17:40’an li devera Şehîd Serxwebûn a li Zapê, du mewziyên dagirkeran bûn armanca çalakiyên gerîlayan. Di mewziyê yekê de dagirker hatin cezakirin, Di mewziyê diduyê de jî 2 dagirker hatin cezakirin û kamerayeke mobese jî hat tinekirin.
27'ê Nîsanê saet 07:30’î de li ser Girê Şehîd Serdar ê li Avaşînê, eskeran dar dibirrîn da ku bi cih bibin. Gerîlayan li vir jî li dagirkeran xist û 2 dagirker ceza kirin.
27'ê Nîsanê saet 10:30’î gerîlayan bi roketên katyuşya dagirkerên li ser girê Şehîd Serdar ê li Avaşînê da. Roket li hedefê ketin."
Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê
HPG'ê encamên çalakiyên dawî yên “Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê” jî wiha eşkere kirin: "24 û 25'ê Nîsanê dagirkeran hewl da li girên Şehîd Serhat û Şehîd Çiya yên li Metînayê bi cih bibin. Di 4 çalakiyên sabotajê de 6 dagirker hatin cezakirin.
26'ê Nîsanê saet 13:00’an li dijî qereqola dagirkeran a li Kanî Masiyê di heman demê du çalakî hatin kirin. Mewziyeke sîleha A4 tevî 2 dagirkerên tê de bû hedefa çalakiyekê. Sîleh hat îmhakirin û 2 dagirker hatin cezakirin. Di heman demê de dagirkerek bi sekvaniyê hat cezakirin.
26'ê Nîsanê saet 15:00’an li devera Derarê ya li Metîna, dagirkerên li Girê Şehîd Serdar bi cih bûbûn bûn armanca çalakiyekê. Dagirkerên xwe li eraziyê veşartî, hatin tesbîtkirin û bi qasî hat diyarkirin, herî kêm 4 ji wan hatin cezakirin, gelek ji wan jî birîndar bûn.
26'ê Nîsanê saet 16:20’an li Girê Zendûra yê li Metînayê, bi sekvaniyê dagirkerek hat cezakirin."
Pêngava Şoreşgerî ya Heftenînê
HPG'ê encamên Pêngava Şoreşgerî ya Heftenînê jî wiha eşkerekirin: "Hêzên me 23'yê Nîsanê saet 13:40’an li devera Şehîd Kendal a li Heftenînê li mintiqa Koxê Mele Yehya, bi du çalakiyan li dagirkeran xist. Di çalakiya pêşî de meyziyeke sîleha A4'ê tevî 4 dagirkerên tê de hat îmhakirin. Di çalakiya duyem de 3 dagirker hatin cezakirin.
HPG: 4 gerîla şehîd bûn
HPG'ê da zanîn ku 23'yê Nîsanê li Avaşînê 4 gerîla şehîd bûne: "23'yê Nîsanê li devera Mamreşo ya li herêma Avaşînê dema ku dijmin xwest leşkeran deyne, hevrêyên me yên leheng Asya, Ekîn û Çiyager bi çekên giran bi lehengî derb li helîkoptêrê dan. Hevrêyên me yên leheng tevahiya şevê şer kirin û nehiştin ku dagirker li vir bi cih bibin. Di şer û bombebaranê de hevrêyên me Asya, Ekîn, Çiyager û Dilşêr bi lehengî şer kirin û şehîd bûn."
HPG'ê sersaxî ji malbatan re û ji miletê Kurdistanê re xwest û got, "Li ser rêya şehîdan em ê armanca wan a bi Rêbertiya Azad re li Kurdistana Azad pêk bînin."
Nasnameyên şehîdan wiha ne:
- Ekîn Tilora (Vahide Zengin) a li Colemergê hatî dinê
- Dilşêr Egîd (Zennun Muhammed Salih) ê li Hesekê hatî dinê
- Asya Kerîm (Mine Îpekten) a li Bursayê hatî dinê
- Çiyager Cizîrî (Bereket Beytur) ê li Şirnexê hatî dinê