31 sal in li benda kurê xwe ye
În 21 Sibat 2025 - 03:25
Ahmet Tunelî di 1’ê cotmeha 1994’an de li mala xwe ya li navçeya Rezan a Amedê hat binçavkirin û girtin. Di sala 1996’an de bi îdiaya xirabkirina yekbûna dewletê cezayê muebetê lê hat birrîn. Dihat payîn ku Tunelî di 31’ê cotmeha 2024’an de bê berdan. Tunelî niha Girtîgeha Tîpa T a Sêweregê ya Hejmar 2 de tê girtin û ji ber rapora Lijneya Çavdariyê ya Îdareya Girtîgehê bi hinceta ‘rewşa baş’ nîne rapor da û serbestberdana wî hat paşxistin. Lijneya Çavdariyê ya Îdareya Girtîgehê di 5’ê sibata 2025’an de careke din li hev kom bû û dîsa bi hinceta rewşa baş nîne û poşman nabe tahliyeya wî 6 mehên din dirêj kir.
Nizanim bibînim yan na!
Enze (Azîze) Tunelî ya 92 salî ev 31 sal in li benda kurê xwe ye û ji ber nexweşiyê niha nikare rabe ser pêya û diyar kir ku kurê wê li girtîgehên Mûş, Ordu, Stenbol û Sêweregê de maye. Ji ber nexweşiyan Tunelî 2 sal in nikare biçe hevdîtina kurê xwe û wiha got:“Me got hindik ma, hindik ma her tim çavê me li rê bû. Herî dawî me got wê îro tahliye bibe, sibê tahliye bibe 6 mehên din jî tahliye taloq kirin. Niha nexweşiya min giran e, nizanim ez ê wî bibînim an na.”
Ceza qediyaye çima bernadin?
Enze Tunelî da zanîn ku Ahmet Tunelî kurê wê ya herî biçûk e û wiha got: “Tenê daxwazeke min heye û ew jî dîtina wî ye. Ez pir bêriya wî dikim. Min her tim hêviyên xwe parast. Cezayê wî jî qediya çima bernadin? Tenê derdekî min heye û ew jî serbest berdana wî ye. Em ditirsin ku piştî 6 mehan dîsa serbest neyê berdan. Êdî bes e bila serbest were berdan. Çavê me li rêya wî ye.”
MA/MUJDAT CAN