31 dagirker neman

Pêncşem 28 Tîrmeh 2022 - 21:15

  • HRE li Efrîn û Ezazê bi çalakiyên xwe herî kêm 14 dagirker kuştin û herî kêm 10 dagirker jî birîndar kirin. HPG´ê jî li Başûrê Kurdistanê 17 dagirker kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da zanîn ku hêzên wê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker hin rêzeçalakî kirine û di van çalakiyan de 14 dagirker kuştine û 10 dagirker jî birîndar bûne.

HRE derbarê çalakiyên xwe de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HRE’yê de hate gotin:

“Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên dawîn de êrişên xwe yên li hember herêmên me zêdetir kirin. Bi taybetî di van êrişan de welatiyên sivîl dibin hedef. Gelek welatiyên me yên ku piştî dagirkirina Efrînê ji axa xwe koçber bûne, di nava koçberiyê de jî rastî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Em parêzvanên gelê xwe, li hember van êrişên dagirkeran di her şert û mercî de gelê xwe û axa xwe diparêzin.

Dîmen jî weşandin

Ji ber van êrişên dagirkeran di navbera rojên 24-26’ê Tîrmehê de, di çarçoveya parastina rewa de, li herêmên Şêrawa, Bab û Ezazê li hember dagirkeran çalakiyên xurt hatin lidarxistin.

Di 24’ê Tîrmehê de; li gundê Cilbirê yê navçeya Şerawa, li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di wê çalakiyê de 4 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, gelek leşker birîndar bûn. Hejmara leşkerên birîndar nehat zelalkirin. Di wê çalakiyê de her wiha derb li erebeyên bi cureya Kîrpî, Akrep û tank hatin xistin.

Di 25’ê Tîrmehê de; li herêma Babê li hember çeteyên dagirker 2 çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Di encama wan her du çalakiyan de 3 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Hêzên sewqkirî poşman kirin

Ev demek e ku dewleta Tirk a dagirker ji bo baregehên xwe yên li herêmên Efrîn û Ezazê sewqiyata leşkerî dike. Ev yek ji aliyê hêzên me ve hat şopandin û di 26’ê Tîrmehê de li gundê Kilcibrîn ê bajarê Ezazê, li hemberî baregeha artêşa Tirk a dagirker çalakiyeke xurt hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 7 leşkerên dagirker hatin kuştin, 6 leşker jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de her wiha tankek, obusek û gelek çeperên dagirkeran hatin rûxandin, derb li erebeyeke ji cureya Reo jî hat xistin.

Di encama van çalakiyên 3 rojan de bi giştî 11 leşkerên dagirker û 3 çete hatin kuştin, herî kêm 6 leşker û 4 çete jî birîndar bûn.” 

HRE´ê dîmenên çalakiya xwe ya li dijî hêzên dagirkeran vegiheztine Kilcibrînê weşand û tê de xuya dike çawa sîlehên giran ên dagirkeran tên îmhakirin.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.