300 ciwan wê bimeşin

Pêncşem 8 Sibat 2024 - 00:29

Ciwanên Kurd ên li Ewrûpayê wê bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ ji Mannheimê ber bi Strasbourgê meşa ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ya 6 rojan lidar bixin. Meş wê 10’ê Sibatê li Hauptbahnof a Mannheimê destpê bike, 17’ê Sibatê piştî meşa girseyî ya li Kolnê bidawî bibe. Komîteya Amadekar a meşê di daxuyaniya xwe de ragihand, di serî de Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîka, wê 300 ciwanên ji welatên cuda yên Ewrûpayê tevlî meşê bibin. Komîteyê da zanîn ku amadekariyên ji bo meşê hatine bidawî kirin. Ciwanên ku tevlî meşê dibin, wê li bajarên digîhînê bibin mêvan, wê di meşê de belavokên ji bo banga beşdarbûna meşa li Kolnê werin belav kirin. Ew ê îsal ji salên bihurî cudatir, ew ê xelkê welatparêz ên li herêman jî, ji bo piştgiriyê tevlî meşê bibin. 

Di meşê de ew ê her êvar panel, bibîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, semîner û nîqaşên li ser rol û mîsyona ciwanan, semînerên perwerdeya jîneolojî, çalakiyên hunermendên herêmî û netewî ku tevlî dibin, bên pêkanîn. Komîteya amadekar eşkere kir ku ew ê di çalakiyê de, di çarçoveya kampanyaya 100 hezar kartpostal a ji bo Îmraliyê, kartpostalan jî bişînin Îmraliyê. Komîteyê bang li hemû welatparêz û ciwanên li Ewrûpayê kir ku ji bo şikandina tecrîda mutleq a Îmraliyê, tevlî meşê bibin. 

Bernameya Meşê

* 10’ê Sibatê roja Şemiyê, di saet 09.00’an de wê meş, ji Hauptbahnof a Mannheimê destpê bike, li Navenda Çanda Kurd bidawî bibe.

* 11’ê Sibatê meş wê ji Hauptbahnof a Heidelbergê destpê bike, ji bajarên Schwetzingen û Ketshê derbas be û li Bahnofa Hockenheimê bidawî bibe.

* 12’ê Sibatê wê ji Hauptbahnofa Homburgê heta Hauptbahnofa Kirkelê ciwan bimeşin.

* 13’ê Sibatê meş wê ji Bahnofa Friedrichsthal heta Hauptbahnofa Saarbrucken bidome.

* 14’ê Sibatê ew ê ji Hauptbahnofa Saarbrucken heta Navenda Çanda Kurd bimeşin.

*15’ê Sibatê bi boneya salvegera komploya navneteweyî, 3 baskên ku meşê yên ji cihên cuda tên, wê li bajarê Strasbourg ê Fransayê bigîhên hev û komployê rûreş bikin. Meşvanên ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, ji Basel, Parîs û Mannheimê tên, wê li pêş şaredariya Strasbourgê bigîhên hev û ber bi Konseya Ewrûpayê bimeşin.

* 16’ê Sibatê ew ê li ser Rêber Abdullah Ocalan, konferansek were lidarxistin. 

* 17’ê Sibatê ew ê çalakgerên meşê, tevlî meşa mezin a li Kolnê bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.