3 şervanên QSD´ê şehîd bûn
Yekşem 24 Cotmeh 2021 - 23:55
- QSD`bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr di êrişekê de 3 şervanên wan ên ji bo dermankirinê ji Sirînê diçûn Kobanê, di rêya vegerê de ji aliyê balafireke bêmirov a bi çek a dagirkeriya Tirk ve hatine bombebarankirin û şehîd bûne.
QSD`bi daxuyaniyekê ragihand ku pêr di êrişekê de 3 şervanên wan ên ji bo dermankirinê ji Sirînê diçûn Kobanê, di rêya vegerê de ji aliyê balafireke bêmirov a bi çek a dagirkeriya Tirk ve hatine bombebarankirin û şehîd bûne.
Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: “Doh (23´ê Cotmeha 2021´ê), 3 şervanên me yên ku ji Sirrînê bi armanca dermakirinê çûbûn Kobanê, di rêya vegerê de, li derdora saet 17:40`an bûn hedefa êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker. Di encama vê êrişê de şervanên me Hozan Qamişlo, Gelî Heleb û Amed Efrîn şehîd bûn.”
NAVENDA NÛÇEYAN