Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand ku 15’ê Tebaxê li devera Girê Koordîne ya herêma Metînayê, di şer de 3 gerîla şehîd bûne.
HPG’ê da zanîn ku di çalakiyê de 7 dagirker hatine cezakirin, gerîlayên bi navê Canan Gundogdû (Jiyan Agît Mûş), Nazê Şêx Ebdê (Destîna Fîraz Kobanê) û Serhat Kûrt (Azad Êriş) şehîd bûne.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şehîdan wiha ye: “Di daxuyaniya 16’ê Tebaxa 2021’ê de me ragihandibû ku 15’ê Tebaxa 2021’ê li devera Girê Koordîne ya herêma Metînayê, hêzên me li dijî leşkerên Tirk ên mêtinger bi tîmên gerîla bi rengekî koordîneyî xwe berdan nava dagirkeran û çalakî kirin. Di vê çalakiya serketî de herî kêm 7 dagirker hatin cezakirin, 4 dagirker jî birîndar bûn. Hevrêyên me Jiyan, Destîna û Azad bi ruhê fedayî yê Apoyî tevlî vê çalakiyê bûn û taktîkên gerîla yên serdema nû bi rengekî serketî bi cih anîn, di bombardûmana piştî çalakiyê de şehîd bûn.”
Sê milîtanên fedaî
HPG´ê ji bo şehîd Jiyan Agir Mûş got, “Hevrêya me Jiyan sala 2016’an berê xwe da çiyayên azad. Hevrêya me Jiyan timî dixwend, lêkolîn dikir û hewl dida hêjayî jiyana gerîla be, bi daxwazeke mezin bi çiyayên azad û hevrêtiya PKK’ê ve hate girêdan. Hevrêya me Jiyan bi sekna xwe ya fedayî ya Apoyî, bi fedakarî û berxwedana xwe ya lehengî ya li dijî dagirkeran nîşan da ku ew ê timî ji me hevrêyên xwe re bibe mînak, di serxistina Têkoşîna Azadiyê de wê bibe çavkaniyeke xurt a hêzê.”
HPG´ê ji bo şehîd Destîna Fîraz Kobanê jî got, “Hevrêya me Destîna ji bo bicihanîna armancên şehîdan û ji bo bibe rêwiyeke vê rêya pîroz biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Ji bo hilanîna tola hezaran salî bi ruhê Arînan her kêliya xwe bi têkoşînê derbas kir û di dema êrişên dagirkeriyê de bi rêbaza fedayî tevlî gelek çalakiyên serketî bû. Hevrêya me Destîna bi sekna fedayî û biryardariya xwe wê di Îdeolojiya Azadiyê ya Jinê de her tim li bîr bê.”
HPG´ê ji bo şehîd Azad Êriş jî got, “Hevrêyê me Azad sala 2017’an li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û ji bo naskirina jiyana gerîla û îdeolojiya Rêbertiyê bi coş tevlî perwerdeyê bû. Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de beşdarî gelek çalakiyên seketî bû û derbên mezin li xewn û xeyalên dagirkeriyê yên dijmin dan. Herî dawî 15’ê Tebaxê bi ruhê Egîdan pêşengî ji gelek çalakiyan re kir û bi lêdana derbên herî giran, bersiva herî xurt da dijmin.
Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna wan bi serketinê tacîdar bikin. Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:
Jiyan Agir Mûş (Canan Gundogdû) ya li Mûşê ji dayik bûye, keça Şukran û Selîm,15’ê Tebaxa 2021´ê li Metînayê şehîd bû.
Destîna Fîraz Kobanê (Nazê Şêx Ebdê) a li Kobanê ji dayik bûye, keça Xezal û Ebdulxefûr,15’ê Tebaxa 2021´ê li Metînayê şehîd bû.
Azad Êriş (Serhat Kurt) ê li Wanê ji dayik bûye, kurê Songul û Osman,15’ê Tebaxa 2021´ê li Metînayê şehîd bû.
BEHDÎNAN