3 sê milan ve xwe berdan nav dagirkeran

Sêşem 9 Tebax 2022 - 22:48

  • Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan nikare gavekê biavêje û ji ber vê, sûcên şer dike. 

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan nikare gavekê biavêje û ji ber vê, sûcên şer dike.

HPG’ê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker 16 caran bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê Qadên Berxwedanê bombe kirine. 

HPG’ê got, "Hêzên me bi ruhê Pêngava 15’ê Tebaxê, bi cesareteke mezin û bi taktîkên serdema nû yên encamgir, çalakiyên xwe didomînin. Di çalakiyên hêzên me de 12 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Di heman demê de 2 konên leşkerî, 3 pergalên kameraya mobese û pergaleke radarê jî hatin îmhakirin.

Qadên Berxwedanê 16 caran ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi bombeyên taktîk nukleer, çekên kîmyewî û bombeyên fosforê hatine bombekirin. Artêşa Tirk careke din çekên qedexe bi kar anîn û sûcên şer kirin. Di heman demê de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombeya fosforê bi kar anî. Qadên Berxwedanê 15 caran bi balefirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrişê û bi dehan caran jî bi tank, hawan û çekên giran bombebaran kir."

HPG´ê kite bi kite wiha behsa çalakiyên gerîlayan kir: 

Li Avaşînê

Di 8’ê Tebaxê de saet di 11.30’an de dagirkeran xwest ber bi çeperên şer ên Şehîd Rêber biçin, hêzên me li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir. Piştî vê çalakiyê dagirker gavekê bi paş ve çûn.

Di 8’ê Tebaxê de saet di 19.10’an de dagirkeran xwest çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi kepçeyê hilweşînin, hêzên me li dagirkeran da. Piştî ku hêzên me li dagirkeran da, dagirker tevî kepçeyên gavekê vekişiyan.

Li Metînayê

Di 4’ê Tebaxê saet di 01.30’an de hêzên me li çeperên dijmin ên li Girê Koordîne ya girêdayî qada Bektorya ya Heftanînê dan. Di vê çalakiyê de 2 pergalên kameraya mobeseyê û pergaleke radarê tevî amûran hemûyan hatin îmhakirin.

Di 7’ê Tebaxê de li Qada Girê Sor a Metînayê yekîneyên veşartî yên artêşa Tirk a dagirker xwestin bi pêş ve biçin, hêzên me dagirker kontrol kirin û bi sabotajê li dagirkeran da.

Di 8’ê Tebaxê de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê pergalek kameraya mobesse ya dagirkeran ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin.

Di 8’ê Tebaxê saet 17:20’an de ji dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê  dagirkerek hate cezakirin.

Di 8’ê Tebaxê saet 22:00’an de ji dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ji aliyê tîmên me yên bi tevger a YJA Starê ve bi sekvaniyê dagirkerek hate cezakirin.

Di 9’ê Tebaxê saet 05:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li dijî dagirkeran bi awayekî koordînekirî ji aliyê tîmên me çalakiyek hat lidarxistin. Di vê çalakiya bi taktîka xwevedizînê ya sêalî de 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û 2 kon hatin rûxandin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.