3 hezar û 730 sûc li dijî mirovahiyê

În 14 Nîsan 2023 - 17:02

  • NPG´ê gava bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastina Medyayê eşkere kir, got, çeperên berxwedanê yên gerîlayan 3 hezar û 730 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Fermandariya biryargeha NPG'ê bîlançoya şer a salekê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere kir. Li gorî bîlançoyê 2 hezar û 833 dagirker hatine kuştin. Di êrişên dagirkeran de jî 259 gerîla şehîd bûne.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, ji 14'ê Nîsana 2022'an heta 14'ê Nîsana 2023’yan eşkere kir.

NPG'ê ji bo bîlançoya şerê salekê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê got, “Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê piştî ku ji sala 2015'an û pê ve dît ku êdî ji aliyê siyasî ve têk çûye û nema dikare desthilatdar bimîne, biryar li ser siyaseta şer da. Li ser vî bingehî gelê Kurd, Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û beşên civakê yên li Tirkiyeyê yên ne alîgirê faşîzmê, bûn hedefa rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, êrişên bêrehm li hemberî wan hatin destpêkirin. Ev şerê ku bi êşkenceya psîkolojîk û tecrîda mutleq a li dijî Rêber Apo li Îmraliyê destpê kir, gav bi gav li hemberî tevahiya beşên civakê hate meşandin. Lê belê rejîma faşîst çiqasî êriş kiribe jî nekarî helwêsta berxwedanê ya Rêber Apo, gelê Kurd, dostan û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bişikîne û nekarî bigihîje armanca xwe.

Bi alîkariya nokerên ji Başûr û NATO´yê

Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê bni tevahiya hêza xwe û bi piştgiriya hêzên hegemonîk ên navneteweyî û xeta Kurd a hevkar, li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dest bi êrişeke ji bo dagirkirinê kir. Li hemberî van êrişan ku di 24'ê Nîsana 2021'ê de bi giranî li ser Avaşîn, Zap û Metînayê hatin kirin, Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî li ber rabûn û nehiştin rejîma AKP-MHP'ê bigihîje armanca xwe. Rejîma şerê taybet a AKP-MHP'ê ji bo karibe rejîma şerê taybet di sala 2022’yan de li ser bingehê heman konseptê bigihîne armancê, li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî jî bi kar anîn û xwest pîlana xwe pêk bîne. Rejîma faşîst ji bo bêdengî li hemberî sûcên wê yên şer bê nîşandan ji Gladiyoya NATO'yê û hêzên xayîn noker ên herêmî piştgiriyeke eşkere û veşartî wergirt. Li ser vî bingehî di 14'ê Nîsana 2022’yan de bi êrişên berfireh ên hewayî, di 17'ê Nîsana 2022'an de jî ji bejahî ve, her wiha bi danîna leşkeran ji hewayê ve li ser Zap, Avaşîn û Metînayê dest bi êrişeke dagirkeriyê kir. Ev êrişa dagirkeriyê ku pîlan ew bû di nava çend hefteyan de encamê bi dest bixe, li ser bingehê konsepta bikaranîna çekên kîmyewî, bombeyên qedexekirî, teknîka şer a bipêşketî û bombardûmana giran hate amadekirin. Lê belê gerîlayên azadiyê di sala 2022’yan de bi ruh û îradeya fedaî ya Apoyî li Zap, Avaşîn û Metînayê berxwedaneke destanî kirin, li dijî êrişên ku sûcê li dijî mirovahiyê û sûcê şer in, çeper û hebûna xwe parastin, pêşî li dagirkeriyê girtin û nehiştin dagirker bi ser bikevin. Di encama vê yekê de jî artêşa Tirk di dawiya sala 2022’yan de neçar ma ku dest ji hin deveran berde û vekişe.

Bi xwînê berjewendî bi dest xistin

Ev pêvajoya şer û êrişên li derveyî mirovahiyê, bi biryara Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî hat destpêkirin, ji bo xatirê ku rejîma faşîst demeke din li ser desthilatdariyê bimîne. Di vî şerî de derfetên gelên Tirkiyeyê û dewletê hemû hatin seferberkirin. Rejîma faşîst li ser xwîna mirovan xwest berjewendiyên siyasî bi dest bixe, hewl da mayindebûna desthilatdariya xwe weke mayindebûna Tirkiyeyê nîşan bide û zext li her kesî kir ku piştgiriyê bidin vî şerî. Lê belê siyaseta şerê qirêj a rejîma faşîst roj bi roj hîn bêhtir teşhîr bû, sûcên wê yên li dijî mirovahiyê hatin belgekirin û eşkere bû ku berpirsyarê wê rewşê ye ku Tirkiye ber bi felaketê ve dehf daye û gihandiye ber hilweşînê. Bi pêvajoya hilbijartinê re bêhtir xiya bû ku Tayyîp Erdogan, Devlet Bahçelî, Hûlûsî Akar û Suleyman Soylû yanî şefên şerê taybet, di oxira ranta siyasî de ev şer dane destpêkirin, bi rijandina xwîna gerîla û leşkeran hewl dane desthilatdarî û berjewendiyên xwe misoger bikin.

259 gerîla şehîd bûn

Rawestandina êrişên dagirkeriyê, berxwedana li hemberî êrişên bêhejmar ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî ne hêsan bû. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li ser xeta lehengiyê li ber xwe da. Bi destpêka zivistanê re artêşa Tirk êrişên xwe hinekî kêm kiribin û neçar mabe ji hin deveran vekişe jî heta îro li rojhilat û rojavayê Zapê êriş dewam dikin. Di pêvajoya şerê salekê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê 259 hevrêyên me şehîd bûn. 2 hezar û 833 dagirker hatin cezakirin, 387 jî birîndar bûn. Herêmên Parastinê yên Medyayê bi tank, obus û çekên giran bi deh hezaran caran hatin bombekirin, 4 hezar û 233 caran bi balafiran û 5 hezar û 628 caran jî bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin. Çeperên me yên berxwedanê 3 hezar û 730 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin, rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst sûcên gelekî giran ên li dijî mirovahiyê kir. Bîlançoya şerê salekê ku 14'ê Nîsana 2022'an destpê kir û tevî biryara tevgera me ya bêçalakîtiyê ya du mehên dawî jî hîn dewam dike, bi vî rengî ye:

Êrişên dewleta Tirk

Êrişên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî: 3730


Êrişên bi balafirên şer: 4233


Êrişên bi helîkopteran: 5628

Hejmara dagirkerên hatin cezakirin: 2833


Hejmara dagirkerên birîndar bûn: 387"

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.