3 Êzîdiyan kiras guhert

Pêncşem 18 Sibat 2021 - 01:08

Li Wargeha Bêrsiva 2 ya li navçeya Zaxo ya Dihokê ku koçberên Êzîdî lê dimînin doh destê sibehê ji ber ceryanê şewat derket. Ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûn.

Xalid Eliyas ku xelkê Komalgeha Sîba Şêxxidir a ser bi Şengalê ( 31) ye li gel keç xwe ya 11 salî û kurê xwe yê 10 salî jiyana xwe ji dest dan.
Xalid li gel malbata xwe di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji ber hovîtiya DAIŞ’ê koçberî başûrê Kurdistanê bibû û li Wargeha Bêrsivê di bin kon de dima.

ROJNEWS/DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.