3 dagirkerên din li derveyi şer man

Duşem 16 Îlon 2024 - 03:05

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku hêzên wan li dijî artêşa dagirker a Tirk li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê çalakî kirine û di encama çalakiyan de 2 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 1 jê jî hatiye birîndarkirin.

HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayên azadiyê û êrişên artêşa Tirk a dagirker de daxuyaniyek da. Agahiyên li ser çalakiyan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ku HPG’ê bi raya giştî re par ve kirî wiha ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

12'ê Îlonê saet di 08:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

12'ê Îlonê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

13'ê Îlonê saet di 07:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin.

14'ê Îlonê saet di 11:10'and e li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku hewl didan bi teqemeniyan tunelên me yên şer bombe bike, bi sabotajê çalakî hate kirin. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li Herêma Xakurkê

11'ê Îlonê saet di 09:55'an de li Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

12, 13 û 14'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê tunelên me 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

13'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên me 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

14'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tunelên me carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

12, 13 û 14'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Sinînê, Berbizinê, Qele û Şehîd Şerîf 8 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê, Dêreşê, Kanî Sarkê, Zengilê, Kafya, Meyrokê, Çemrobotkî, Girê 14 caran, li Herêma Metînayê Qada Berxwedanê ya Şêlazê 2 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê carekê; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

12, 13 û 14'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Lolanê 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna û Bêşîlî 5 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê FM'ê 4 caran; bi giştî 11 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.