Gerîlayan li Girê Koordîne ya Metînayê ji 2 milan ve li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin û pergaleke kamerayê ya mobesseyê jî hate îmhakirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrişên dagirker daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê got, “Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê; 22’ê Tîrmehê saet di 02.30’an de gerîlayan hemwext li dijî dagirkerên li Girê Koordîneyê ji du milan ve çalakiyek kir. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek hate birîndarkirin û pergala kameraya mobessa ya li ser gir jî hate îmhakirin."
Nikare gerîlayan, sûcê şer dike
HPG´ê di dewamê de got, "Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de, li herêma Avaşînê; 22’ê Tîrmehê saet di 07.00 û 07.30’an de dagirkeran xwest bi teqemeniyan êrişî tunelên şer ên li qada Girê Sor bikin. Hêzên me bi çekên ferdî ji nêz ve li dagirkeran da. Dagirker neçar man ku qedemeyekê vekişin.
Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana destanwarî bi metodên şerê qirêj sûcê şer dike. Herî dawîn jî dewleta Tirk a dagirker li hemberî berxwedana li Werxelê gavek jî neavêt, bi metodên taybet li hemberî tunelên şer gaza kîmyewî bi kar tîne."
BEHDÎNAN