3 dagirker û 3 drone şikestin

În 4 Cotmeh 2024 - 03:15

HPG'ê diyar kir ku di serî de herêma rojavayê Zapê li qadên gerîla 3 dagirker hatin kuştin, wesayiteke leşkerî hate tinekirin û 3 drone hatin xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên navbera 30'ê Îlonê û 3'ê Cotmehê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dagirker hîn jî teqemeniyên qedexekirî bi kar tînin û qadên gerîla bi dehan caran ji hewayê hatin bombekirin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê

30'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li kepçeyên dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi armancên leşkerî rê çêbikin. Di encamê de derb li kepçeyekê ket û karê dagirkeriyê hate rawestandin.

30'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li wesayitên leşkerî hate xistin ku hewl didan bi armanca leşkerî rê çêbikin. Wesayita ku derb lê ketibû şewitî û tinebû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

1'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin ku hewl dida çeperan çêbikin. Di vê çalakiya ku ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin de dagirkerek birîndar bû.

1'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de bi qasî ku hêzên me zelal kirin herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

2'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

2'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

3'ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke dagirkeran bi çekên ferdî hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li Herêma Garê

30'ê Îlonê saet di 15:00 de droneyek ji ku qada Çemankê ber bi qada Çiravê ve diçû, hate xistin.

Li Herêma Xakurkê

30'ê Îlonê bi çekên giran li dagirkerên li Girê Şehîd Hêmin hate xistin.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

30'ê Îlonê, 1 û 2'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî 7 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

30'ê Îlonê, 1'ê Cotmehê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

30'ê Îlonê, 1 û 2'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Rostê, Şehîd Şerîf, Kendekola, Lolan, Sinînê, Berbizinê, Girê Mesken 9 caran, li Herêma Garê qadên Girê, Sêdarê, Girê Kun, Girê Sîser, Dêrîkê 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yê Girê Amediyê, Girê Bahar 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Şêlazê, Serê Metîna, Bêşîlî 4 caran; bi giştî 21 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 

30'ê Îlonê, 1 û 2'ê Cotmehê li Herêma Xakurkê Qada Berxwedanê ya Girê Şekîf 2 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Bêşîlî, Serê Metîna 6 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 9 caran; bi giştî 17 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.