3 dagirker hatin kuştin 2 helîkopteran hatin derb kirin

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:55

Di çalakiyên gerîla de yên li Metîna û Xakurkê 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 2 helîkopterên êrişê hate xistin. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Li Herêma Xakurkê

9'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Hêmin bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

9'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Lolanê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Metînayê

9'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Bêşîlî û Dergelê hêzên me dest li helîkopterên dagirkeran werdan. Di encama destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrişê hate xistin û neçar ma ji qadê biçe.

10'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Şêlazê hêzên me dest li helîkoptereke dagirkeran werdan. Di encama vê destwerdana hêzên me de derb li helîkoptereke êrişê ket û neçar ma ji qadê biçe.

Sûcên şer ên artêşa Tirk

9'ê Îlonê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

10'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qada Girê Meskenê carekê, Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 3 caran; bi giştî 4 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9'ê Îlonê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Girê Şehîd Şerîf, Girê Şehîd û Lolanê 5 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Serê Metîna, Dergelê û Bêşîlî 8 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.