Li Zap û Metînayê di çalakiyên gerîlayên azadiyê de 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin, derb li 3 çeper û kepçeyekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê ev agahî da:

Li herêma Zapê

25'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran derb li kepçeyekê hate xistin ku hewl dida çeperên me hilweşîne. Kepçeya ku derb xwar û dagirkerên li qadê bi çalakiyê re rawestiyan.

Li herêma Metînayê

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran derb li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

25'ê Tebaxê helîkopter li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî geriyan. Li Qada Berxwedanê 7 caran dest li helîkopterên êrîşê hate werdan. Helîkoptereke Skorksy hewl da hêzên xwe li qadê dayne û bi çekên giran dest lê hate werdan.

25'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

24'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li 2 çeperên dagirkeran hate xistin.

25'ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

Herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."

BEHDÎNAN