3 dagirker hatin cezakirin

În 16 Cotmeh 2020 - 15:54

  • Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrgê xwe berda nava artêşa Tirk 3 eskerên Tirk kuştin.

Gerîlayên HPG/YJA Starê li Colemêrgê xwe berdan nava artêşa Tirk. Di daxuyaniya HPG'ê de hate gotin, "3 leşkerên dijmin ên dagirker hatin cezakirin, 2 konteynir, kamelya, 2 kamerayên mobese û 2 projektor hatin îmhakirin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
"Hêzên me di çarçoveya pêngava 'Dem dema azadiyê ye' de 13'ê Cotmehê li qada Rûbarok a Colemêrgê ji du baskan ve xwe berdan nava dagirkerên li ser Girê Helîkopter. Baskê destpêkê li 2 konteynir û kamelyayeke dagirkeran xist û îmha kir. Li vir 3 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî li kulûbe û kozikan xist û îmha kir. Hejmara dijminê ku li vir hatin cezakirin nehate tespîtkirin."

Li Gabarê 2 gerîla şehîd bûn

Di daxuyaniya HPGê de wekî din li ser şerê li Gabarê jî agahî tê dayîn û tê gotin: "Artêşa Tirk a dagirker 26'ê Îlonê li gundê Dêrşew ê Çiyayê Gabarê yê Şirnexê bombardûmaneke giran kir. Li heman qadê di 28'ê Îlonê de dagirkeran bi operasyonekê kirin. Operasyon êvarê bi dawî bû. Di dema vê operasyonê de hevrêyên me Naîf Bûldûk bi nasnav Simko Botan ê li Şirnexê ji dayik bûyî û Çîçek Benzer bi nasnav Amargî Dorşîn Xerzan a li Aydinê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji gelê Botanê û gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê ala wan a têkoşînê bi hişmendî û berpirsyariyeke mezin heta bicihanîna armancên wan hildin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.