- Li Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, 3 bira tev li nav refên QSD’ê dibin û niha li Eyn Îsayê li cem hev li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin.
ÎBRAHÎM SARI / ANHA / EYN ÎSA
Li Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, 3 bira tev li nav refên QSD’ê dibin û niha li Eyn Îsayê li cem hev li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin.
Ebû Leyla, Xedeb û Elîşêr. Sê bira ne, sê berxwedêr, sê têkoşerên ku di heman eniyê de li hember tarîtiya DAIŞ’ê li ber xwe didin, dibe ku bêyî ku haya wan jê hebe jî navê xwe di dîrokê de dinivîsin.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek neteweyên ku li herêmê dijîn, cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Bi taybetî di şerê tunekirina çeteyen DAIŞ’ê de keç û xortên ji pêkhateyên cuda berê xwe dan nava refên QSD, YPG û YPJ’ê û her yek ji wan bû lehengên azadiyê.
Li Eyn Îsayê 3 birayan bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyen ku dixwazin herêmê dagir bikin, berê xwe dane nava refên QSD’ê û bi hev re di heman çeperê de li ber xwe didin.
Ebû Leyla, Xedeb û Elîşêr tev li nava refên QSD’ê dibin û dema ku bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar dikin, her sê bira jî şahidiya wê kêliya dîrokî dikin.
Rê nadin dagirkeriyê
Şervanê QSD’ê Ebû Leyla dibêje, “Dema ku Reqa rizgar bû, em tev li nav refên QSD’ê bûn. Me dît şervanên QSD’ê çawa alîkariya gel dikirin. Ew Kurd in, em Ereb in, cudahî di navbera me de tine ye. Em 3 bira cihê xwe di eniyên şer de digirin. Me dît ku ti ferqa dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê nîne. Înşela em ê herêmên xwe ji dest dijminên xwe rizgar bikin.”
Şervanê QSD’ê Xedeb jî dema ku behsa tevlibûna xwe ya nava refê têkoşînê dike, vê peyamê dide, “Me li Reqayê zilm û zordariyên dijwar ji dest DAIŞ’ê dîtin. DAIŞ’ê bi hincetan serê sivîlan jê dikir. Piştre YPG û YPJ hatin, Kurd û Ereb bûn yek û Reqa ji zilma DAIŞ’ê rizgar kirin. Piştî ku me hevaltî bi Kurdan re kir, me fêm kir ku doza em ji bo wê şer dikin, welatê me, namûsa me û şerefa me ye. Em ji bo hevalên xwe, xwe feda dikin, ji ber ku em fêrî hevrêtiya rast bûne.”
Yek ji sê birayan, şervanê QSD’ê Elîşêr e û ew dibêje, “Ji bo parastina civakê, em her sê bira cihê xwe di çeperên şer de digirin. Bi ti awayî cudahî di navbera Kurd û Ereban de tine ye.”