• 25 salên dawî bi kêmanî 28 trilyon ton qeşa heliyaye.

Pisporên zanîngeha Leeds Edinburgh û University College Londonê van 25 salên dawî bi kêmanî 28 trilyon ton qeşa heliyaye.
Li gorî lêkolîna zanîngehan sedema sereke ya helîna qeşayê zêdebûna germbûna global e, û tê gotin, reqama navborî tenê ya dema di navbeyna 1994 û 2017'an de ye. 28 trilyon qeşa jî ew qasî zêde ye ku Ingilistanê hemûyî dikare heta bi 100 metro bilindahiyê vegire.
Li gorî lêkolînê ya ku di kovara The Cryosphereyê de weşiyayî, qeşaya ku heliyaye 7,6 trilyon li Arktîkê, 6,5 trilyon li Antarktîkayê pêk hatiye. Texmîn ew e ku li hemû cîhanê bi kêmanî bi qasî 6,2 trilyon qeşa heliyaye.
NAVENDA NÛÇEYAN