28 dagirker hatin kuştin
Duşem 21 Mijdar 2022 - 01:27
HPG'ê doh û pêr ragihand ku di çalakiyên gerîlayan ên vê dawiyê de bi giştî 28 dagirkerên din haine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê doh daxuyaniyek weşand û got, "Rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ji bo karibe hîn bêhtir li ser desthilatdariyê bimîne artêşa Tirk derdixîne seferên dagirkeriyê û bi encamên ji vê derê werbigire hesabê misogerkirina paşeroja xwe dikin. Ev hesabên rejîma faşîst li dîwarê bexwedana destanî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ket. Hesabên vê rejîma faşîst ku bi hêrsa desthilatdariyê dîn û har bûye û ji mirovbûnê derketiye, ji ber ku li Zap, Avaşîn û Metînayê têk çû, senaryoyên xwe yên qirêj kir hincet û êriş bir ser gelê Kurd ê sivîl û bêguneh. Di êrişên artêşa Tirk ên ji 19'ê Mijdarê heta 20'ê Mijdarê li Herêmên Parastinê yên Medyayê de, ti windahiyên me çênebûne.
Di encama çalakiyên hêzên me de 5 dagirker hatin cezakirin.
Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 4 caran bi bombeyên qedexekirî û 2 caran bi çekên kîmyewî bombe kir. Di heman demê de 32 caran bi balafirên şer, 40 caran bi helîkopterên êrişê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.“
HPG‘ê kite bi kite behsa calakiyên gerîlayan jî kir:
Li Zê (Zapê)
19'ê Mijdarê sate di 08:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên li Şehîd Agir xistin. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.
19'ê Mijdarê saet di 08:30 û 16:30'î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, tîmên me yên bi tevger bi çekên ferdî û giran 2 caran li dagirkeran xistin.
19'ê Mijdarê saet di 18:30'î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sekvaniyê li dagirkeran xistin, di encamê de dagirkerek hate cezakirin.
Li Metînayê
19'ê Mijdarê saet di 12:00‘an de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.
19'ê Mijdarê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, helîkopterên Skorksy ên xwestin hêzên xwe li qadê daynin, bûn hedefa tîmên me yên bi tevger. Piştî derbên hêzên me, helîkopter neçar man ji qadê biçin.
Derb li helîkopterekê hat xistin
HPHG‘ê pêr jî bi daxuyaniyekê dabû zanîn ku gerîlayên azadiya Kurdistanê 23 leşkerên Tirk ên dagirker ên din kuştine. Gerîlayan her wiha 6 çeper û 2 mayîn îmha kirin û derb li helîkoptereke Skorsky û wesatîyeke leşkerî jî xist. HPG‘ê da zanîn ku di van çalakiyan de 3 gerîla jî şehîd bûne.
BEHDÎNAN